Îsraîlê biryareke nû li hemberî navçeyeke Filistînê da

Hikûmeta Îsraîlê biryarke nû li hemberî navçeyeke Filistînê da, li gorî vê biryarê, Îsraîl dikare erdên wê navçeyê weke (erdên dewletê) ji xwe re qeyd bike. Donald Trump jî got ku endamên "Konseya Aştiyê" soz dan ji bo piştgiriya Xezeyê zêdetirî 5 milyar dolar bidin û bang li Tevgera Hemasê kir ku "demildest" dev ji çekên xwe berde.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hikûmeta Îsraîlê duh biryar da ku pêvajoyeke qeydkirina erdê li Şerîaya Rojava ya Filistînê veke.

 

Hikûmetê, pêşniyara ku ji hêla sê wezîran ve hatibû pêşkêşkirin, pejirand.

 

Qeydkirina deverên berfireh li Şerîaya Rojava bi navê dewletê (erdên dewletê) destnîşan dike.

 

Li gorî biryarê, Desteya Qeydkirina Erdê û Bicihkirinê ya Wezareta Dadê ya Îsraîlê, wê ji bo vê armancê budçeyeke taybet veqetîne.

 

Serokatiya Filistînê biryarên Îsraîlê red kir û diyar kir ku ev biryar gefê li ser ewlehî û aramiyê wan çêdikin.

 

Serokatiya Filistînê îlhaqkirina rasterast a axa Filistîn a dagirkirî, ragihandina destpêkirina planên îlhaqkirinê, wekî bidawîkirina peymanên îmzekirî hesiband.

 

Konseya Aştiyê soz da ku ji bo Xezeyê zêdetirî 5 milyar dolar bistîne

 

 

Di vê navberê de, Donald Trump hêviyên mezin ji bo encamên civîna fermî ya yekem a "Konseya Aştiyê" anî ziman, ku wê roja pêncşema bê li Washingtonê bê lidarxistin.

 

Donlad Trump, got ku dewletên endam soz dane ku ji 5 milyar dolarî zêdetir piştgiriyê bidin hewldanên mirovî û ji nû ve avakirina Xezeyê.

 

Trump da zanîn ku welatên endam soz dane ku bi hezaran karmend ji bo hêza îstîqrarê peyda bikin ku ji hêla NY ve hatiye avakirin.

 

Tê payîn ku şandeyên ji zêdetirî 20 welatan, di nav de çend serokên dewlet û hikûmetan, beşdarî civînê bibin.

 

Amarên Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê nîşan didin ku ji destpêka agirbestê ve zêdetirî 590 Filistînî li Xezeyê ji hêla hêzên Îsraîlê ve hatine kuştin.

 

Di heman demê de Îsraîl dibêje ku Hemasê di wê heyamê de çar leşkerên wê kuştine.

 

Konse, welatên Rojhilata Navîn ên wekî Tirkiye, Misir, Erebistana Siûdî, Qeter û Îsraîl û her wiha hêzên derketî yên wekî Endonezya vedihewîne.

 

 

Trump ji Hemasê re: Demildest dev ji çekên xwe berde

 

 

Serokê Amerîkayê Donald Trump di posta xwe ya li ser platfroma xwe ya Truth Social de diyar kir ku girîng e ku Hemas pabendbûna xwe ya çekberdanê bi awayekî giştî û demildest bi cih bîne.

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye