Hinardekirina petrola Îraqê di Tirkiyê re wê berdewam bike

Îraq û Tirkiyê li ser hinardekirina petrola Îraq û Herêma Kurdistanê li hev kirine. Li gorî lihevkirinê, hinardekirina petrola Îraqê, ku zeviyên Herêma Kurdistanê jî digire nava xwe, di Tirkiyeyê re ji bo bazarên cîhanê dê berdewam bike. Bexda û Enqere hewl didin di demên pêş de jî li ser bingeha lihevkirineke nû, peymaneke demdirêj îmze bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Îraq û Tirkiyê li ser hinardekirina petrola Îraq û Herêma Kurdistanê li hev kirine ku bi rêya bendera Ceyhan a Tirkiyê ve neyê rawestandin.

Şer û nearamiya li Rojhilata Navîn û girtina Tengava Hurmizê di mehên borî de, hikûmeta Îraqê neçar kir ku çavkaniyên dahata xwe pirreng bike. 

Her wiha, Îraq neçar ma ku ji bo hinardekirin û firotina petrola xwe ku çavkaniya herî mezin a dahatê ye, rêyên alternatîf bibîe û pêngavên nû biavêje.

Ji bo diyarkirina pêşeroja rêkeftina xeta boriya petrola Îraq–Tirkiyê hefteya borî şandeyeke bilind a Îraqê ku ji wezaretên derve, petrol û çavkaniyên xwezayî yên herêmê pêk dihat, serdana Enqereyê kirin.

Wezareta Petrolê ya Îraqê ragihand ku şandeya bilind a hikûmeta Îraqê digel Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê gihîştine lihevkirineke baş.

Îraq: Rêkeftina me ya bi Tirkiyê re demkî ye 

Herdu alî li ser berdewamiya hevahengiyê di çend astan de li hev kirine.

Tê payîn ku di demeke nêzîk de lihevkirineke nû ji bo hinardekirina petrola Îraq û Herêma Kurdistanê bi rêya Tirkiyê bo bazarên cîhanê were îmzekirin.

Wezareta Petrolê ya Îraqê diyar dike ku lihevkirina di navbera Tirkiye û Îraqê de ya li ser berdewamiya hinardekirina petrola Îraqê di Tirkiyê re demkî ye.

Îraq: Dê peymaneke demdirêj bi Tirkiyê re bê îmzekirin

Hevdemî vê yekê, Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê ragihand ku nûnerên wezareta wan alîkariya şandeya Îraqê ya ji bo Enqereyê kirine û lihevkirineke baş pêk hatiye.

Li gorî protokoleke cîbicîkar, hinardekirina petrola Îraq û Herêma Kurdistanê di Tirkiyê re ji bo bazarên cîhanê, dê heta salekê berdewam bike.

Di nava vê salê de jî, Bexda û Enqere dê peymaneke nû û demdirêj di navbera herdu welatan de îmze bikin.

Protokola lihevkirinê ya di navbera Bexda û Enqereyê de demkî ye û tê pêşbînîkirin ku salekê dirêj bike.

Protokol bi armanca misogerkirina berdewamiya hinardekirina petrola Îraqê û Herêma Kurdistanê di Tirkiyê re ji bo bazarên cîhanê hatiye amadekirin. 

Ev rewş jî dê berdewam bike, heta ku lihevkirin çêbibe û bibe peymaneke demdirêj di navbera herdu aliyan de.

Di 27’ê tebaxa 1973’yan de, peymana hinardekirina petrola Îraqê di Tirkiyê re di navbera Bexda û Enqereyê de hatibû îmzekirin.

Hikûmeta Tirkiyê jî dibêje ku ev peyman di 27’ê Tîrmeha îsal de bi dawî dibe.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye