Îsraîl di 26ê Gulanê de ambargoya alîkariya a mirovî li ser Xezeyê rakirbû û destûr dabû ku Weqfa Alîkariya Mirovî ya Xezeyê. (GHF) alîkariyê bigihîne Filîstîniyan.
Berdevkê Komîseriya Bilind a (NY) Ravina Shamdasanî li ser vê mijarê li Cenevreyê daxuyanî da û got:
“Ji destpêka alîkariyê heya 27ê Gulanê 613 kes hatin kuştin û ji van 509 kes li nêzî cîhên balavkirina alîkariyê yên GHFê pêk hatine.”
Shamdasanî anî ziman ku kesên din jî nêzî karwanên NY û saziyên din hatin kuştin û her lêkolîn dikin hejmara miriyan tê guhertin.
Berdevk bi bîr xist ku li Xezeyê hin jî li hember xwe gihandina agahiyan astengî hene û peywira wan pir zehmet e.