Di êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de: Kesek hat kuştin 7 jî birîndar bûn

Ajansa Neteweyî ya Lubnanê (ANN) ragihandin ku balafirên şer ên Îsraîlê duh bi şevê bi kêmanî 15 caran êrîşî başûrê Lubnanê kir. Di encamê de, kesek hat kuştin û 7 kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Ev êrîş li gelek herêman, ji wan keleha Meys a di navbera Ensar û Zeraraya, kargeha çîmentoyê ya di navbera Ensar û Sînay de, bajarokên Serfend, Bîsriyê rêya di navbera Şerqiye û Kewseriyet Seyad, herêma di navbera Romîn, Homîn û Elî Tahir ên navçeya Nebetiya ya başûrê welat hatine kirin.

Li gorî heman ajansê hat eşkere kirin ku di êrîşên li bajarokê Şemstar a Belebek de kesek hat kuştin û li herêma Benfeul a navçeya Seydayê jî kesek birîndar bû û li herêma Ensar a başûrê welat 6 kes birîndar bûn. 

Hate diyar kirin ku dema şêniyan zeytûn berhev dikirin, artêşa Îsraîlê li ser sînorê başûr bombeyên deng û îsotê avêtin, ev jî bû sedema tirsê.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye