Pêvajoya dengdana giştî ya Hilbijartinên Parlamentoya Îraqê di seatên sibehê de, bi awayekî fermî destpê kir.
Li gorî daneyên Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ya Iraqê, di van hilbijartinan de 20 milyon 63 hezar û 773 mafê dengdanê ya dengdêran hene.
Li gorî amarên Komîsyonê, hejmara giştî ya dengderên xwedî kartên biyometrîk 21 milyon û 404 hezar û 291 e.
Ji sedî 14.3'yê dengderên Îraqê li Herêma demborî ya Başûrê Kurdistanê ne.
Her wiha 2 milyon 488 hezar û 51 dengdêr, li sê navçeyên hilbijartinê yên Herêma demborî a Başûrê Kurdistanê ew jî Hewlêr, Silêmanî û Dihokê ne.
Ev hejmar, li deverên ku di bin madeya 140’emîn de ne, wek Kerkûk, Selahaddîn, Nînowa Diyala û Kurdên ku li Bexdayê dijîn nagire nav xwe.
Ji bo dengdana giştî, li seranserê welêt 8.703 navend, 39.285 sindoq hatin danîn.
Ji van navendan 1.543 û ji sindoqan 6.655 li Herêma demborî a Başûrê Kurdistanê ne.
Li seranserê Îraqê, herî zêde dengder bi 4 milyon û 314 hezar û 866 kesan li Bexdayê ne û herî kêm jî bi 510 hezar û 867 kesan li parêzgeha Musenayê ne.
Li gorî komîsyonê heta saet 12:00’ê nîvro rêjeya tevlîbûna welatiyan ji sedî 23.90 bû.
Komîsyonê ragihand ku heya nîvro herî zêde tevlîbûna li Selahedînê çêbûye û herî kêm jî li Mîsan.
Di hilbijartinan de, ji bilî 39 hezar sindoqan, wê çar sindoqên taybet (VIP) jî bên danîn.
Yek ji wan li Hewlêrê û sêyên din jî dê li Bexdayê bin.
Di 9'ê Mijdarê de jî, pêvajoya dengdana taybet hate li darxistin,li gorî daneyên komîsyona Bilind a Hilbijartinan 1 milyon û 340 hezar û 518 dengdêrên ku ji Hêzên Ewlehiyê û koçberan deng dan.
Li gorî daxuyniya komîsyon ê rêjeya beşdarbûnê ji sedî 82.42 û zêdetirî 1.1 milyon kes deng dan.
Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ya Iraqê diyar kir ku pêvajoya dengdana taybet serketî bû û piştî pêvajoyê tenê çar gilî hatine tomar kirin.
Jimartina dengan û ragihandina encamên fermî, piştî nirxandina Komîsyona Bilind a Hilbijartinê li Bexdayê tê kirin.
Piştî girtina sindoqan, daneyên encaman bi rêya pergala elektronîk wê bo navenda Komîsyona Bilind a Hilbijartinê li Bexdayê bên şandin.Mohrên sindoqan, bi awayekî eşkere ji çavdêran û çapemeniyê re werin nîşandan.
Pêvajoya dengdana giştî, bi girtina sindoqan di Seat 18:00 êvarê de bi dawî dibe.