Komeleya Newroz binpêkirin û sûcên li Efrînê şermezar kirin

Komeleya Newroz a Çandî û Civakî bi daxuyaniyekê sûcên ku li Efrînê têne kirin şermezar kir û bang li rêxistinên peywendîdar kir ku binpêkirinan rawestîne û vegera ewle ya koçberan hêsan bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Komele di daxuyaniyê de bal kişand ser binpêkirin û sûcên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li Efrînê got:" Ev binpêkirin ku di bin çavdêriya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de tên kirin û hikumet jî tevkarê sûcan e."

Komeleyê operasyonên girtinê ên li dijî şêniyên Til Eran û Til Hasilê bi van gotinan şermezar kir: "Armanc jê valakirina herêmê ji niştecihên wê û pêkanîna guhertina demografîk ye."

Her wiha Komeleyê destnîşan kir ku koçberên Efrînî yên li Lubnanê dixwazin vegerin warê xwe, lê ji ber binpêkirinan nikarin vegerin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye