Li Fîlîpînê hejmara miriyan gihîştiye 18 kesan

Konseya Kêmkirin û Rêvebirina Karesatan ya Fîlîpînê îro ragihand ku hejmara qurbaniyên tofana Fung-Wong li Fîlîpînê gihîştiye 18 kesan, di heman demê de 1,4 mîlyon kes ji ber tofanê koçber bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Xebatkarên rizgarkirinê yên Fîlîpînî îro dest bi paqijkirina kavilên keştiyê yên ku ji ber tofana Fung-Wong mane, kirin.

Hate eşkerekirin ku li girava Catanduanesê di wergirtina avê û binesaziyê de pirsgirêkên mezin hene.

Li gorî rayedaran dibe ku heta 20 rojan xelkê giravê nikaribin bi têrkerî ava vexwarinê bi dest bixin.

Ofîsa meteorolojiyê diyar kir ku tofan li Fîlîpînê bi dawî bûye, lê dibe ku di demên pêş de li deverên bakurê bajêr baran bibare.

Bahoza Fung-Wong piştî ku bandora wê li ser Fîlîpînê kêm bû û veguherî bahozeke tropîkal, ber bi Taywanê ve diçe.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye