Denîz Undav vê sezonê 12 gol anî

Lîstikvanê Kurd Denîz Undav li Tîma Stuttgartê de carek din golan avêt û bi giştî sezona heyî de heya niha 12 gol avêtiye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di hefteya 10'emîn a Bundesligaya Almanyayê deTîma Stuttgartê û Augsburgê hatin beramberî hev.

Tîma mêvan Augsburg di deqeya 8'an bi gola Fabian Rieder 1-0 ket pêş.

Lê kêfxweşiya Augsburgê zêde nedomî, di deqeya 18'an da Stuttgart bi gola Maxi Mittelstädt maç bû wekî hev.1-1.

Tîma Augsburgê dev ji maçê berneda û bi gola Han-Noah Massengo careke din pêş ket.

Lîstikvanê Kurd Denîz Undav berî ku nîva yekemîn xilas bibe di deqeya 39'êmîn de gol anî û niva yekemîn wek hev xilas bû.

Disa di nîva duyemîn de jî dîsa deqîqeya 80'ê de Denîz Undav careke din gol avêt û maç 3-2 xilas bû.

Lîstikvanê herî baş yê maçê bû Denîz Undav û di heftê ya 12'êmîn de bi giştî hejmara gole xwe kir 12.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye