DI KÛPAYA CÎHANÊ YA KLÛBAN DE CHELSEA BI SERKET

Di maça fînalê ya di navbera klûba Chelsea û Parîs Saint Germain pêkhatî de, Chelsea 3-0 bi serket.

reset font size increase font size

Klûba Chelsea, di maça fînalê de bi têkbirina  klûba Paris Saint-Germain Kûpaya Cîhanê ya klûban a 2025'an bi dest xist.

Lîstokvanê Îngîlîzî Cole Palmer du caran gol avêt, joao Pedro yê Brezîlyayê jî gola sêyem lê zêde kir û nîveka yekemîn bi vî encamê bi dawî bû. Di nîveka duyemîn de, Parîs Saint-Germainê nikarî vegere lîstikê û Chelsea maç bi encama 3-0 bi dawî kir.

Donald Trump li gel Mîlaniya Trump beşdarî maçê bû. Di çepa wan de jî Gianni Infantino serokê Federasyona Futbolê ya Navnetewî 'FIFA' û hevjîna wî Lîna El Aşqar amade bûn.

Çapa niha ya şampiyoniyê, yekemîn car di bin sîstema nû ya ku 32 klûb tê de cih digirin û her 4 salan carekê pêk tê.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye