Di maça destpêkê de, taximê Qarabag li mala xwe li hemberî Newcastle United bi encama 6-1 têkçûneke giran dît.
Di maça bê de, wê taximê Newcastle United mêvandariya taximê Qarabag li mala xwe bike.
Lê piştî vê têkçûna giran, hêviyên taxima Qarabagê jî ji bo derbaskirina tûrê pir lawaz bû.
Encamên maçên din ên ku duh hatin lîstin, wiha ne:
Taximê Bayer 04 Leverkusen bi encama 2-0 li hemberî Olympiacos bi ser ket.
Taximê FK Bodø/Glimt bi encama 3-1 li hemberî taximê Inter Milan bi ser ket.
Di maça dawî de, taximê Club Brugge KV û Atleico de Madrid bi wekheviya 3-3 ji maçê derketin.