Îraq û Norwêçê di Koma yekem a Kûpaya Cîhanê ya 2026'an de ye rastî hev hatin.
Ev cara yekem bû ku her du welat di dîroka xwe de rastî hev tên.
Her wiha ev yekem maça Kûpaya Cîhanê ku tê de Norwêçê li dijî tîmeke Asyayî dilîze.
Di maça ku li Stadyuma Boston hat lîstin de, Erling Haaland di deqeya 29'an de tîma xwe xist pêş.
Stêrkê Manchester City di maça xwe ya yekem a turnuvayê de gola xwe ya yekem avêt.
Îraqê di deqeya 39'an de bi gola Eymen Husên encam wekhev kir.
Haaland, di deqeya 43'an de careke din derket ser dikê, û Norwêçê ji nû ve xist pêş.
Nîvê yekem bi pêşengiya Norwêçê bi encama 2-1 bi dawî bû.
Îraq hefteya bê wê maça xwe ya din bi Fransayê re bilîze
Leo Ostigard di deqeya 76'an de, bi serê xwe golek avêt û pêşengiya xwe du qat zêde kir.
Her wiha di deqeya 90+6'an de, lîstikvanê Îraqî Hussein golek avêt xwe û encam bû 4-1.
Di maçê de ti golên din nehatin avêtin û Norwêçê Îraq bi encama 4-1 têk bir.
Bi vê encamê, tîma Norwêçê puanên xwe gihand 3'an û Îraq bê puan ma.
Îraq, hefteya bê wê maça xwe ya din li dijî Fransayê bilîze.
Norwêçê dê li hember Senegalê rûbirû bibîne.