Têkildarî vê êrîşê Fermandariya Başûr a DYA’yê li ser hesabaê xwe yê X’ê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate gotin u Fermandariya Başûr beriya ku vê operasyonê pêk bînin Pasavanên Peravên Amerîkayê agahdar kirine.
Fermandariyê diyar kir ku keştiya hatiye armanckirin ji hêla "rêxistinên terorîst" ve dihat xebitandin û "rêyên bazirganiya qaçax yên naskirî dişopand."
Rêveberiya Trump dibêje ku keştiyên hedef girtin, madeyên hişbir vediguhezînin û di derbarê van tohmetan de tu agahiyên din nedan.
Li gorî rêxistinên mafên mirovan, ji meha Îlonê ve êrîşên leşkerî yên DYA’yê li ser van keştiyan zêdetirî 200 kes kuştine.