Bi fermana Trump Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji 66 rêxistinên cîhanî vekişîya.
Di nava van rêxistinan de ajansên sereke yên Neteweyên Yekbûyî jî hene.
Wezareta Derve ya Amerîkayê got, sazî û rêxistinên cîhanî li dijî berjewendiyên Amerîkayê dixebitin.
Trump di fermana xwe de dibêje, divê amerîka rojek berîya rojekê ji van sazîyan vekişe û alîkarîya xwe ya fînansî bide sekinandin.
Hi sazîyên ku Amerîka wê ji vekişe, ev in:
UN Women: Dezgeha sereke ya NY ya li ser wekheviya zayendî
Nivîsgeha Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî ji bo Zarokên Maxdûrên Şer
Foruma Daîmî ya li ser Kesên bi Eslê xwe Afrîkî
Foruma Cîhanî ya Dijî Terorê
Gelek ji wan rêxistinan ajansên girêdayî Neteweyên Yekbûyî ne û di qadên wekî avhewa, ked, koçberî û mafên mirovan xebatan dikin.