Di roja 12'emîn a xwepêşandanan de, piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê dest bi greva giştî kirine. Îro li bajarên Sine, Îlam, Dîwander, Merîwan, Bokan, Ruwanser, Kirmaşan, Mehabad, Bane, Kamyaran û Loristanê welatî ketin grevê.
Bazarên bi dehan bajarên din ên Îranê jî li parêzgehên wekî Azerbaycana Rojhilat, Erdebîl, Îsfehan, Elborz, Bûşehr, Tehran, Çehermehal û Bextiyarî, Xorasan Rezewî, Fars, Gîlan, Kirman, Mazenderan, Merkezî, Hemedan û Zencan tevlî grevê bûn. Xwepêşandan li 348 navçe, 111 bajarok û 31 parêzgehan belav bûne.
Hejmareke girtiyên siyasî yên Girtîgeha Sanehê jî dest bi greva birçîbûnê kirin.
Amarên Dawî: 39 kuştî, 100 birîndar û 2217 binçavkirî
Li gor amaran, heta niha 39 kes hatine kuştin, 100 birîndar û 2 hezar û 217 kes jî hatine binçavkirin. Tevî tepiskirinê jî, Xwepêşandan li 348 navçe, 111 bajarok û 31 parêzgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê belav bûne. Heta niha 45 zanîngeh ji bo piştgiriyê tevlî xwepêşandan bûne.
Li hin bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê, gelek ji hêzên ewlehiyê û Supayê Pasdaran ji bajar hatine derxistin.
Hejmareke girtiyên siyasî dest bi greva birçîbûnê kirine
Her wiha, hat ragihandin ku hejmareke girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Sanehê dimînin, piştgiriya grevê kirin û ji sibehê ve ketine greva birçîbûnê. Ji kesên ku beşdarî vê greva birçîbûnê bûne: Refîq Selîmî, Mehmûd Sadeqî, Îdrîs Menberî, Nadir Bahmanî, Yûsif Ehmedî, Feryad Qaderî û Ferdîn Molûdî ne.
Ji 28’ê Kanûna 2025’an ve li seranserî Rojhilatê Kurdistan û Îranê, li dijî qeyrana aborî, pirsgirêkên siyasî û civakî xwepêşandanan dest pê kirine. Her ku diçe jî, berfirehtir dibin.