Karwanê cenazeyê yê Endamê Desteya Hevserokatîya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, li bajarê Kobanê, li Pakrewangeha Şehîd Dicle, hat oxirkirin.
Gelek siyasetmedar ji herêma Cizîrê û Fermandarê Giştî yê QSD'ê, tevlî merasîma oxirkirina Salih Muslim bûn.
Her wiha şandeyeke ji Bakurê Kurdistanê û gelek kesayetên ji Başûrê Kurdistanê, tevlî merasîmê bûn.
Di merasîma oxirkirina Siyasetmedarê Kurd Salih Muslim de, bi navê şandeya Bakurê Kurdistanê Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM partî) Tuncer Bakirhan axivî û got:
"Ez şehîd Salih Muslim ji nêz ve dinasim. Ew şoreşger, siyasetmedar û têkoşînvan bû.
Bi salan ji bo gelê Kurd têdikoşiya.
Ew şehîdê gelê Kurd e û em soz didin şehîd Salih Muslim ku em ê xeyal û armancên wî pêk bînin.
Piştî wê peyama ku Rêberê PKK Abdullah Ocalan ji bo Salih Muslim şandibû, hat xwendin.
Leyla Zana: Hêviyên Bavê Welat wê bibin rêya azadiyê
Di berdewamiya merasîmê de, siyasetmedar Leyla Zana got ku hêviyên Bavê Welat wê bibe rêya azadiyê.
Leyla Zana di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:
"Gelê Kurd xwediyê hêviyeke mezin e.
Îro ji duh baştir e, sibe jî wê ji îro baştir be.
Divê em ji gelê xwe bawer bin.
Em ne li dijî ti gel û neteweya ne û em mafên xwe dixwazin."
"Bavê Welat di tevahî pêvajoyên têkoşînê de, cih girt"
Her wiha Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî, sersaxî ji gelê Kurd re xwast û wiha anî ziman:
"Bavê Welat di tevahî pêvajoyên têkoşînê de cih girt.
Hemû dijwariyên têkoşînê jiyan kir.
Ne tenê wekî siyasetmedarekî bû, şoreşgerek bû. "
Piştî axaftina di merasîmê de, peyamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakurê Kurdistanê û Dayikên Aştiyê yên Bakurê Kurdistanê jî hatin xwendin.
Bavê Welat bi tiliyên dayikan spartin axê.