Fermandariya Operasyonên Hevbeş derbarê operasyonê de daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku di çarçoveya paqijkirina bermahiyên DAIŞ’ê û li gorî agahiyên istixbaratî de, wan Operasyonek li Kerkûkê li dar xistine.
Di wê operasyonê de êrîşeke asmanî li Kerkûkê pêk aniye û di encamê de, 3 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin.
Her wiha di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dema paqijkirina herêmê ji bermahiyên DAIŞ’ê çeteyekî din jî hatiye kuştin.