Polîsên Tirkiyê nahêlin xwendekarên zanîngeha Bilgiyê nobetê bigirin

Zanîngeha Bilgiyê ya Stenbolê, bi fermana Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan hate girtin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ji bo wê jî xwendekar û akademîsyenan ji roja sêyemîn ve, xwepêşandanan dikin.

Polîsan destwerdan li xwendekarên ku li Zanîngeha Bilgiyê ya Stenbolê nobetê digirin kir.

Polîsan xwendekar binçav û birîndar kirin

Polîs li dora kampusê hatin bicihkirin û li dijî xwendekaran gaza rondikrêj bi kar anîn û hin xwendekar bin çav kirin.

Hat ragihandin ku Rêveberê Zanîngehê Ege Yazgan di derengiya şevê de, bi xwendekaran re civiya û ragihand ku destûr nayê dayîn ku xwendekar û akademîsyen bikevin kampusê.

Piştî vê biryarê, xwendekaran li dijî vê yekê banga xwepêşandanekê kirin.

Xwendekaran daxwaza rakirina hêzên Polîsê yên li dora Santrala Stenbolê, destûrdayîna ketina endamên zanîngehê bo kampusê û bidawîanîna li dorpêça xwarin û avê kirin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye