Şer di navbera Îsraîl û Hizbullahê de, heya niha berdewam dike.
Artêşa Îsraîlê li ser hisabê X'ê daxuyaniyek weşand ku 3 jê efser, 9 leşkerên wê li başûrê Libnanê birîndar bûne.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di encama avêtina mûşekeke li dijî panzêran de efserek bi giranî û yekî din bi sivikî birîndar bûn.
Her wiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di bûyereke din de, ji ber avêtina mûşekan li ser hêzên li herêmê de efserek bi giranî û 6 leşkerên din birîndar bûn.
Artêşa Îsraîlê, diyar kir ku leşkerên birîndar rakirine nexweşxaneyan.