Helbestvanê Kurd Ehmed Huseynî ku ji ber nexweşiya penceşêrê li Swêdê dihat dermankirin, koça dawî kir.
Duh cenazeyê oxirkirinê li Navenda Kongreyê ya Çand Amedê merasîma wî hat lidarxistin.
Îro jî ji deriyê sînor ê ku derbasî Rojavayê Kurdistanê dibe ji aliyê nivîskar, rewşenbîr, helbestvan û siyasetmendaran ve hat pêşwazkirin.
Piştî cenaze li deriyê sînor hat pêşwazkirin, ber bi Qamişloyê ve hat birêkirin.
Li Navenda Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) dê merasîmek pêk were, piştre ber bi bajarê Amûdê ve were veguhestin.
Li têketina bajêr dê merasîma girseyî ya oxirkirinê were lidarxistin, piştre li cihê ku lê ji dayik bûye, were veşartin.