Bi boneya 4'ê Gulana 1937'an ku wekî roja destpêka Komkujiya Dêrsimê tê zanîn, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Însiyatîfa Yekitîya Demokratîk, daxuyanî weşandin.

DEM Partî: Divê gavên şênber bên diyarkirin
DEM Partiyê, têkildarî Komkujiya Dêrsimê daxuyaniyek da û ji Tirkiyê xwest ku der barê komkujiyê de gavên edaletê biavêje.
"Komkujiya Dêrsimê, ne tenê komkujiyeke ku di demên berê de hatiye jînkirin.
Di mijara pêşerojeke demokratîk a Tirkiyê de, avakirina aştiya civakî meseleyeke diyarker e.
Divê Komkujiya Dêrsimê ji hêla dîrokî, hiqûqî û siyasî ve bi giştî were lêkolînkirin.
Qadên gorên komî bi rêbazeke serbixwe û zanistî bên lêkolînkirin.
Divê gavên şênber ên ji bo cîbicîkirina edaletê bên diyarkirin.”

DBP: Divê gelê Kurd bigihîje jiyaneke wekhev
Her wiha Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), bi boneya vê rojê, ev peyam da:
“Qirkirina Dêrsimê ya ku ji aliyê rêveberiya nijadperestan ve hatibû kirin, hemû Kurdistan hedef girt.
Tevî hemû kiryaran, ti rêbaz û hêzan nikarîbûn îradeya azadiyê ya gelê Kurd bişikîne.
Ev îrade, ji Elîşêr û Zerîfeyan, ji Seyîd Riza û Besêyan ji me re mîrat maye.
Tiştê ku desthilata înkarker û tuneker hilweşîne, tenê pergala komunal e.
Divê gelê Kurd bi rêbertiya Birêz Ocalan bigihîje jiyaneke wekhev û azad.”

Însiyatîfa Yekitîya Demokratîk jî, bi boneya vê rojê daxuyaniyek da û ji Tirkiyê xwest ku cihê gora Seyîd Riza eşkere bike.
"Divê tavilê hemû arşîvên leşkerî werin vekirin.
Divê navê “Tûncelî” were betalkirin û navê berê yê dîrokî “Dêrsim” were qebûlkirin.
Divê cihê gora Seyîd Riza û rêhevalên wî demildest were eşkerekirin.