YPJ`ê li Kobanê toraneke leşkerî li dar xist

Yekîneyên Parastina jin bi boneya salvegera damezrandina xwe, li Kobanê toraneke leşkerî li dar xist. Yek ji fermandarên YPJ'ê Dilbirîn Kobanê axivî û got ku, ew ê her tim ji bo azadî, aramî û ewlehiya bajarê xwe têbikoşin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi boneya salvegera damezrandina xwe û 4`ê Nîsanê rojbûna Rêberê damezrînerê PKK`ê Abdullah Ocalan, toraneke leşkerî li Yarîgeha Şehîd Seydo a Kobanê li dar xist.

Yek ji fermandarên YPJ'ê Dilbirîn Kobanê di toranê de axivî.

Dilbirîn Kobanê wiha got:

"Em salvegera damezrandina YPJ`ê li Rêber Apo, tevahî jinên azadîxwaz û têkoşer û her wiha li gelê xwe yê azadîxwaz pîroz dikin."

Her wiha Dilbirîn Kobanê diyar kir ku, ew ê her tim ji bo azadî, aramî û ewlehiya bajarê xwe têbikoşin.

Dilbirîn Kobanê wiha domand:

"Em ji hêza xwe bawer in û em ê her tim li ber xwe bidin, heta asta serkeftinê.

Zilma ku bi salan li ser gelê me hatiye kirin, em ê nehêlin ew zilm dubare bibe.

Me hêza xwe ji rêberê xwe girtiye û em ê her tim ji bo azadiya gelê xwe û rêberê xwe têbikoşin, heta ku em Rêber Apo di nava xwe de bibînin."

Şervanên YPJ`ê piştî toranê, heta Qada Jina Azad meşiyan.

Ji wê derê jî, şervanên YPJ`ê bi erebeyan di nava kolanên bajêr de geriyan û piştre berê xwe dan gundê Elpelûrê ku mala Abdullah Ocalan lê bû.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye