Kampa Azadî ya li navçeya Koye hate bombebarankirin

Kampa Azadî ya li ser sînorê navçeya Koye, îro careke din hate armancgirtin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Îro Kampa Azadî ya li sînorê navçeya Koye ya ser bi Hewlêra Başûrê Kurdistanê ve ye, careke din hat bombebarankirin.

Her wiha hat ragihandin ku êrîş bi rêya dronan pêk hatiye û ji ber êrîşê ziyanên madî û canî çênebûne.

Heman Kamp, roja Çarşem û Pêncşemê jî rastî êrîşan hatibû.

Li kampê malbatên penaber ên ji Rojhilatê Kurdistanê dijîn û heta niha ev kamp bi dehan car ji aliyê rejîma Îranê ve bi mûşek û dronan hatiye armancgirtin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye