CPT: Heta niha 307 caran êrîşî Başûrê Kurdistanê hatiye kirin

Rêxistina CPT-Amerîka ragihand ku ji 28'ê sibatê ve heta niha artêşa Supayê Pasdaran û komên çekdar yên ser bi Îranê ve, 307 caran êrîşî Başûrê Kurdistanê kirine. Li gorî Rêxistina CPT, di encama êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê de, 8 kes hatine kuştin û 51 jî birîndar bûne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rêxistina Avakirina Aştiya Civakê ya Amerîkayê ya ku li Kurdistanê-Îraqê ye (CPT), têkildarî êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê yên ku ji aliyê rejîma Îranê û komên çekdar yên girêdayî pê ve tên kirin, daxuyaniyek da.

 

Rêxistina CPT-Amerîka ragihand ku ji 28'ê sibatê ve heta niha, artêşa Supayê Pasdaran û komên çekdar yên ser bi Îranê ve 307 caran êrîşî Başûrê Kurdistanê kirine.

 

CPT'ê diyar kir ku ji 7'ê adarê heta 15'ê adarê ve, 111 êrîş û bombebaran pêk hatine.

 

Ji van êrîşan, 81 êrîş li ser Hewlêrê, 38 êrîş jî li Silêmaniyê pêk hatine.

 

Li gorî hefteya yekem a êrîşan, vê hefteyê rêjeya êrîşan daket ji sedî 43.5'an.

 

Li gorî CPT'ê, di êrîşên vê hefteyê de, 36 kes bûne qurbanî ku 4 ji wan jiyana xwe ji dest dane û 32 jî birîndar bûne.

 

Di hefteya yekem a êrîşan de, 23 kes bûbûn qurbanî, ji wan 4 kes jiyana xwe ji dest dabûn û 19 jî birîndar bûbûn.

 

Li gorî vê, di vê hefteyê de rêjeya qurbaniyan gihîştibû ji sedî 56.5'an.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye