Qada hewayî ya Îraqê wê 72 demjimêrên din girtî bimîne

Rêveberiya Balafirgeha Sivîl a Îraqê (ICAA) diyar kir ku biryara girtina qada hewayî ji bo 72 demjimêrên din hatiye dirêjkirin. Hat ragihandin ku li devera Cerf Sexer a ser bi parêzgeha Babilê ya Îraqê ve, baregeheke Heşdî Şebî hat bombebarankirin. Du çavkaniyên ewlehiyê ji AFP'ê re gotin ku herî kêm 6 endamên Hêzên Seferberiya Gel (PMF) di bombebaranekê de li bajarê Qaimê hatine kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di şerê Amerîka- Îsraîl û Îranê de, Îraq û Başûrê Kurdistanê ku ji bo Îranê welatekî cîran in, rojane têne hedefgirtin.

 

Rêveberiya Balafirgeha Sivîl a Îraqê di derbarê dirêjkirina dema girtina qada hewayî ya Îraqê de, daxuyaniyek belav kir.

 

Li gorî daxuyaniyê, qada hewayî ya Îraqê ji bo 72 demjimêrên din jî, ji bo çûn û hatina balafiran hatiye girtin.

 

Li gorî daxuyaniyê, biryar îro di saet 12:00'an de ket pratîkê.

 

Di heman daxuyaniyê de, hate gotin ku biryar di encama nirxandina rewşa herêmê û ewlekariyê de hatiye girtin û wê li gorî pêşketinan careke din were nirxandin.

 

Hêjayî gotinê ye, ji ber şer û aloziya di navbera DYA-Îsraîl û Îranê de, Îraqê jî di nav gelek welatên herêmê de, qada xwe ya hewayî ji bo çûn û hatina balafirên sivîl girtiye.

 

Li Babilê di êrîşeke asmanî de 2 çekdarên Heşdî Şebî mirin

 

Li alîyekî din, li gorî medyaya Îraqê ku agahiyên xwe dispêrin çavkaniyên ewlehiyê, vê sibehê di encama êrîşeke asîmanî ya li ser baregeheke Heşdî Şebî ya li devera Cerf Sexer li Babilê ya Îraqê de, 2 çekdar mirin û çekdarek jî birîndar bû.

 

Li aliyê din jî, hat ragihandin ku bi mûşek û dironan êrîş li ser baregeha Victorya ya ku li balafirgeha Bexdayê ye, hat kirin.

 

Têkildarî ziyanên wê, ti agahî nehatine parvekirin.

 

Di bombebarana li parêzgeha Enbarê de, 6 çekdarên Heşdî Şebî hatin kuştin

 

Her wiha li parêzgeha Enbarê ya Îraqê jî xaleke kontrolê ya Heşdî Şebî hat bombebarankirin.

 

Berpirsekî xwecihî yê parêzgehê diyar kir ku, di encama êrîşê de 6 çekdarên Heşdî Şebî hatine kuştin û 4 çekdar jî birîndar bûne.

 

Di bombebaranê de, her wiha polîsek û 2 sivîl jî birîndar bûne.

 

Bombebaran îro demjimêr derdora saet 03:30 çêbû.

 

Jûra ewlehiyê ya Heşdî Şebî ya li xala kontrolê ya "Şehîd Heyder" a li deriyê navçeya Qaîmê ya parêzgeha Enbarê, hat bombebarankirin.

 

Hat zanîn ku ev jûr bi ser Fermandariya Operasyonên Rojavayê Enbarê ve ye.

 

Heşdî Şebî li ser bombebaranê daxuyaniyek belav kir.

 

Heşdî Şebî da zanîn ku di bombebaranê de, 6 çekdarên wan hatine kuştin û 4 çekdar jî birîndar bûne.

 

Ebdulah Cuxêfî: 5 çekdarên Heşdî Şebî hatin kuştin

 

Her wiha Şêwirmendê Ewlehiyê yê Komîteya Ewlehî û Parastinê ya Encumana Parêzgeha Enbarê Ebdulah Cuxêfî li ser bombebaranê axivî.

 

Ebdulah Cuxêfî êrîş piştrastkir û wiha got: "Bombebaran bi balafirên şer hat kirin û rasterast jûra ewlehiyê ya Heşdî Şebî ya li xala kontrolê kir armanc.

 

Di encamê de, 5 çekdarên Heşdî Şebî hatin kuştin û 4 çekdarên din jî birîndar bûn."

 

Li gorî gotina Ebdulah Cuxêfî, di heman bombebaranê de karmendekî hêza polîsên hawarçûnê ya Enbarê ya ser bi Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê ve ku li xala kontrolê bûye, birîndar bûye.

 

Her wiha hat diyarkirin ku bi wî polîsî re 2 welatiyên sivîl jî birîndar bûne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye