Netanyahu: Ji bo dîtina Îsraîleke mezin, hîs dikim ku ez di berpirsyariya dîrokî de me

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu dibêje: " Ji bo dîtina 'Îsraîleke Mezin' ez hîs dikim ku di mîsyoneke dîrokî de me."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

Di hevpeyvîneke Malpera Îbranî "The Times of Israel" bi Netanyahu re, Netanyahu ragihand ku ew di berpirsyariya dîrokî û manewî de ye û ew bi dîtina Îsraîla Mezin ve girêdayî ye.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu destnîşan kir ku ew piştgiriyê dide "dîtina Îsraîla Mezin", ku li gorî baweriya Îsraîlê, deverên ku axên Filistînî yên dagirkirî û hin beşên Urdun, Lubnan, Sûriye û Misrê jî di nav xwe de digire.

Li gorî malpera Îbranî, hevoka "Îsraîla Mezin" piştî Şerê Şeş Rojan di Hezîrana 1967'an de ji bo Îsraîlê û deverên ku weke Orşelîma(Quds) Rojhilat, navenda Filistînê, Şerîda Xezeyê, Nîvgirava Sînayê û Bilindahiyên Colanê nû dagir kiribûn hatiye bikar anîn.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24