Li Xezeyê bi gulebarana artêşa Îsraîlê 50 kes hatin kuştin

Ji sibehê ve, li Xezeyê bi gulebarana artêşa Îsraîlê 50 kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn. Ji qurbaniyan 20 kes, ên li benda alîkariyê bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Televîziyana SKYnews ragihand ku li Xezeyê ji ber birçîbûnê di nav de 3 zarok 8 kesan jiyana xwe ji dest dane.

 

Blinken: Naskirina Filistînê ji bo Hamasê bersiva herî baş e

 

Wezîrê Derve yê berê yê Amerîkayê Antony Blinken jî got ku biryara Fransa, Brîtanya, Kanada û Awisturalyayê ya naskirina Dewleta Filistînê, gaveke exlaqî ya rast e û lihevkirina navneteweyî nîşan dide.

Antony Blinken tekez kir ku niha ya lezgîn ku bê kirin; pêşîgirtina li birçîbûnê, azadkirina girtiyan û bidawîanîna şerê Xezeyê ye.

Blinken destnîşan kir ku naskirina dewletek Filistînî wekî pêwîstiyek di dem û awayekî guncav de, dikare bibe alîkar ku Îsraîl ji Xezeyê vekişe. Lê bi şertê ku Hamas an jî tu komên terorîst dewleta Filistînê kontrol nekin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24