Rojnameya Financial Times ragihand ku Fransa, Almanya û Brîtanyayê, Neteweyên Yekbûyî agahdar kirine ku ew amade ne ji nû ve, dorpêçan li ser Îranê ferz bikin, eger Tehran venegere dan û standinên bi civaka navneteweyî re.
Wezîrên Karên Derve yên her sê welatan, di nameyeke hevbeş de, destnîşan kirin ku heya dawiya tebaxê dem heye, eger Îran amade nebe çareseriya diplomatîk qebûl bike, wê careke din rastî cezayan bibe.
Pênc caran di navbera Îran û Amerîkayê de, dan û standinên nerasterast li ser mijara nuklerî bi navbeynkariya Omanê hatibûn lidarxistin. Lê bê encam ma bûn.
Nûnerên Troykaya Ewropayî (Brîtanya, Almanya û Fransa) jî bi Tehranê re dan û standin kirin, lê di çareserkirina pirsgirêka nukleerî ya Îranê de nikarîbûn navbeynkariyê bikin.