Pentagonê duh ragihand ku Boeing peymanek 8.58 milyar dolarî ji bo bernameya balafirên şer ên F-15 yên Îsraîlê bi dest xistiye.
Ev peyman piştî hevdîtina Serokê Amerîkayê Donald Trump bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re li Florîdayê, pêk hat.
Li gorî vê peymanê, Amerîka dê 25 balafiran şer ên F-15IA radestî Îsraîlê bike.
Washington ragihand ku çalakiyên peymanê dê heta 31ê kanûna 2035`an berdewam bikin.
Lê ev peyman bû sedem ku bi hezaran xwepêşanderên alîgirê Filistînê û dijî şer li seranserê Amerîkayê dakevin kolanan.
Xwepêşanderan daxwaz kirin ku Washington piştgiriya xwe ya leşkerî ya ji bo Îsraîlê ji ber êrîşa wêranker a li ser Xezeyê bi dawî bike.