Hêzên Rûsî bi 653 dronan êrîşî Ûkraynayê kir

Hêzên Rûsyayê bi 704 êrîşên hewayî êrîşî Ûkraynayê kir. Di encamê de hêzên Ûkraynayê ji van êrîşan 616'an bêbandor kirin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Tevî ku dan û standin di derbarê bidawîanîna şerê li Ûkraynayê de didome, Rûsya êrîşên xwe berdewam dike.

 

Rûsya di mehên dawî de, êrîşên xwe yên bi dronan û mûşekan li seranserê Ûkraynayê zêde kir.

 

Herî dawî jî, hêzên Ûkraynayê ragihandin ku wan 704 êrîşên ji hewayê ve, li seranserê welêt tesbît kirine.

 

Ûkraynayê eşkere kir ku Rûsyayê ev êrîş bi 51 mûşek û 653 dronan pêk anîne.

 

Hêzên parastina hewayî yên Ûkraynayê 616 ji van êrîşan bêbandor kirine.

 

Li gorî hêzên hewayî, ji 14 mûşekên balîstîk ên Iskander ku hatine avêtin, tenê yek hatiye bêbandorkirin.

 

Di encamê van êrîşan de, 5 kes hatine kuştin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye