Li Efrînê welatiyek ji ber eşkenceyê jiyana xwe ji dest da

Welatiyê bi navê M.S. ku ji Efrîna dagirkirî ye ji ber ku ji aliyê çêkdarên girêdayî dewleta Tirk ve hatibû eşkence kirin, jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Welatiyê bi nave M.S. piştî ku çêkdarên dewleta Tirk ew eşkence kirin, tendurstiya wî xerab bû û herî dawî jiyana xwe ji dest da. 

 

Welatiyê 40 salî ku bavê 3 zarokan e di 1'ê Kanûna 2024'an ji aliyê çêkdarên dewleta Tirk ve hate revandin û nêzî 2 mehan rastî eşkenceyê hat.

 

Li gorî rapora bijîşkên Helebê ji ber işkenceyê gelek nexweşî li gel M.S. hebûn ku nikarî tevbigere û li gorî bijîşkan damarên lingî wî ji ber eşkenceyê mirine.

 

Li aliyekî din jî tilîkên lingên wî bi birekê hatine jêkirin û bi qamçî eşkence lê hatiye kirin.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye