Ji sala 2020'an vir ve, artêşa Tirkiyê li devera Heftanînê û gundên derdorê yên Başûrê Kurdistanê bi kûrahiya 9 kîlometreyan bi cih bûye.
Bi destpêkirina pêvajoya aştiyê li Tirkiyê re, gundiyên 1192 gundên Başûrê Kurdistanê hêvî dikirin ku vegerin gundên xwe û bêtirs bijîn.
Lê belê, destûr nehatiye dayîn ku gundî vegerin gundên xwe û di koçberiyê de jiyana xwe didomînin.
Li gora rapora herî dawî ya Tîmên Çêkerên Aşitiyê yên Civakî (CPT) ya Amerîkî, artêşa Tirkiyê rê nade welatiyên 21 gundên herêmê ku vegerin ser zevî û xaniyên xwe.
"Leşkerên Tirk nehiştin ku gundiyên 5 gundên Zaxoyê vegerin malên xwe"
Endamê CPT’yê Kameran Osman dîmenek li ser torên civakî weşand ku tê de tê dîtin leşkerên artêşa Tirkiyê li gundê Şeraniş Serî xaleke kontrolê danîne û rê li ber gundiyan girtine.
Rêzika Bûyeran li Gorî Endamê CPT’yê Kameran Osman wiha ye:
10'ê Hezîranê, Rêveberiya herêmî ya navçeyê (Derkar û Batîfa) ji gundiyan re got:
"Hûn dikarin di vê mehê de vegerin gundên xwe."
15'ê Hezîranê ,gundiyên gelek gundan (wek Sinate, Heftanîn û hwd.) ji bo vegerê ketin rê.
Lê dema gihîştin gundê Şeranişê, leşkerên Tirkiyê rê li wan girt û ji gundiyan re gotin:
"Ev der di bin kontrola me de ye, hûn nikarin derbas bibin."
Gundiyên ku hewl dane vegerin, diyar dikin ku leşkerên Tirkiyê li herêmê nuqteyên nû yên kontrolê danîne, nasnameyên wan kontrol dikin û lêgerînê di wesayîtan de dikin.
Her wiha li gora zanyariyên ji niştecihên herêmê hatine girtin, leşkeran li gundên valakirî di nav xaniyên gundiyan de baregeh û cihên rûniştinê çêkirine.