Hat destnîşankirin ku hêzên wekî îstixbarat, walîtî, hêzên taybet û polîs ji navenda bajêr û navçeyan derdikevin.
Dibistanên wekî Azhar Efrîn û Feysal Qedûr jî hatine valakirin.
Li derveya navenda bajar û bajarokan, baregehên Artêşa Tirkiyê li gelek gundan wek xwe man e û ti guhertin li wan baregehan nayên dîtin.
Heya niha jî ti daxuyaniyeke fermî ji aliyê Artêş û Hikûmeta Tirkiyê ve derbarê vê yekê de nehatiye dayîn.
Her wiha nehatiye piştrastkirin jî, ku wê ev hêzên ku ji van baregehan derdikevin li kîjan navçeyan bêne bicihkirin.