Li girtîgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, rewşa girtiyên siyasî tevî ku pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” dest pê kiriye jî lê hîna ti guhertinên cidî çênebûne.
Hevserokê Şaxa Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) a Wanê Osman Başak, derbarê rewşa girtîngehan de axivî û got:
“Di pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ de rewşa girtîgehan xerabtir bûye”.
"Pêkanînên heyî rewşa girtîgehan radixe ber çavan"
Osman Başak, bal kişand ser nêzîkbûna rayadaran, pêkanînên rêveberiyên girtîgehan û biryarên komîteyên çavderiyê ku berdana girtiyên siyasî asteng dike û wiha domand:
"Ev pêkanîn rewşa girtîgehan radixe ber çavan."
Başak diyar kir ku malbatên girtiyan hêvî dikirin ku zarokên wan di vê pêvejoyê de wê werin berdan lê mixabin, di vî alî de, gavavêtinên şênber û berbiçav ên dewletê tune ne.
Hevserokê Şaxa TUHAY-DER a Wanê bi bîr xist ku gelek girtiyên nexweş û temen mezin hîna jî rastî zextên giran tên.
Osman Başak, di dawiya axaftina xwe de, bang li hemû aliyên pêwendîdar kir ku bila êdî xwîn neyê rijandin, yekîtiya gelan bê avakirin û deriyên zîndanan bên vekirin.