Duh di derengiya şeve de li taxa Koyîçî ya Artemêtê ji aliyê ciwanên welatparêz ve meşek hate lidarxistin.
Meşa ku gelek ciwan beşdar bûn pankarta “Li Kurdistanê de em ê rê nadin şerê taybet” hate vekirin.
Piştre ciwanan li dijî polîtîkayên şerê taybet daxuyanî dan.
“Armanca dewletê ciwanên welatparêz ên Kurdistanê ne”
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku polîtîkayan dewlet ew e ku tiryak û fihûşê li bajar û kolanên Kurdistanê belav bike û armanca wê jî ciwanên welatparêz ên Kurdistanê ne.
Her wiha di daxuyaniyê de diyar kirin ku ciwanên dikevin bin bandora van polîtîkayan ji civak û ji malbata xwe qût dibin û sîxûrtî li wan tê ferzkirin.
“Divê têkoşîneke bênavber bê meşandin”
Divê ciwanên welatparêz û gel di van mijaran de baldar bin û ji bo vê jî têkoşîneke bênavber pêwîst e.
Dewleta Tirk dixwaze ku gelê Kurdistanê bi awayekî fîzîkî qir bike, lê gelê Kurd li dijî van polîtîkayan hebûna xwe diparêze.
“Em ê her tim li dijî van polîtîkayan têkoşînê bikin”
Di dawiya daxuyaniyê de ciwanan tekez kirin ku ew ê li dijî van polîtîkayên şerê taybet her tim têkoşînê bikin û her kes jî dikare li taxa xwe li dijî vê yekê xwe birêxistin bike û li hember vê bêexlaqiyê berteka xwe nîşan bidin.