Ji bo vekirina Deriyê Sînorî yê Nisêbîn û Qamişlo amadekarî tên kirin

Xebatên vekirina deriyê sînorî yê di navbera Nisêbîn û Qamişloyê de bi fermî dest pê kirin. Ev deriyê ku nêzî 14 salan e girtî ye, dê bibe deriyê heftemîn ê bejahî di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî agahiyên dawî, xebatên ji bo vekirina Deriyê Sînorî yê Nisêbîn û Qamişlo ketine qonaxeke nû û xebatên avakirinê bi fermî hatine destpêkirin. Serokê Desteya Giştî ya Derî û Gumrikê ya Sûriyeyê, Quteybe Bedewî, ragihand ku ev derî dê bibe deriyê heftemîn ê bejahî di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de.

Armanca sereke ya vê projeyê nûjenkirina deriyên sînorî, hêsankirina çûnûhatina rêwiyan û kêmkirina dema li bendêmayînê ya li ser sînorên her du welatan e.

Ev deriyê sînorî piştî destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyeyê di sala 2011'an de hatibû girtin û nêzî 14 salan e girtî maye. Bi vekirina wî re, tê çaverêkirin ku tevgera bazirganiyê û çûnûhatina di navbera her du aliyên sînor de gelekî hêsantir bibe û aboriya herêmê geş bibe.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye