Serokwekîlê Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sezaî Temellî, li Meclisê daxuyanî da û geşedanên di rojevê de nirxand.
Sezaî Temellî, da zanîn ku wan hefteya bihûrî têkildarî cînayetên jinan, tenduristiya jinan û bikaranîna jinan 3 pêşnûme pêşkeşî Meclisê kirine lê bi dengên AKP û MHP’ê hatine redkirin.
Tevî bîlançoya giran jî Meclis bi înad naxwaze li ser vê mijarê biaxive.
Temellî di derbarê Amadekarîyên Newrozê de jî wiha got:
" Newroz wê li 53 navendan bê pîrozkirin. Newroz roja tacîdarbûna têkoşîna meye û îsal jî dê bi daxwaza demokrasî û azadiyê emê li qadan bin.
Temellî: Divê ev şer tavilê bi dawî bibe
Sezaî Temellî li ser şerê ku niha li herêmê diqewime jî got:
“Em vê baş dizanin, heta ku welat demokratîk û hiqûqî nebin, wê her tim bibin qadên şer.
Divê ev şer tavilê bi dawî bibe û li Îranê rejîmeke demokratîk ava bibe.”
"Pêwîste di Qanûna Înfazê de verasetkirinek çêbibe"
Serokwekîlê Koma Dem Partiyê Sezaî Temellî bal kişand li ser hewcedariya guhertinên qanûnî wiha axivî:
"Pêwîste di Qanûna Înfazê de verasetkirinek çêbibe.
An Siyasî yan jî edlî. Niha gelek girtî li bendê ne ku qanûneke înfazê ya wekhev, tê de cihêkarî nîne bikeve meriyetê.
Li hêla din, behsa Paketa Darazê ya 12’an tê kirin.
Girîng e ku ji hêvî û bendewariyên gel re bibe bersiv.
Mixabin di daxuyaniyên heta niha de, me tiştekî wiha nedîtiye.
Me tê de çi dît? Cezakirina zarokan.
Gel li bendê ye ku qanûna taybet tavilê bê Meclisê.”