"Nayê qebûlkirin ku Ocalan 26 sal in tecrîdkirî ye"

Prof. Louis Lemkow Zetterling hewldanên çareserî û aştiyê ya li Tirkiyê ya têkildarî çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, paşeroja demokrasiyê û rola civaka navneteweyî nirxandin kir û got: "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk divê weke pêşketineke mezin bê dîtin."

reset font size increase font size

Di 27'ê Sibata 2025'an de banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi navê "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" ji raya giştî re hat ragihandin. Di vê çarçoveyê de Prof. Louis Lemkow nirxandinan kir.

Prof. Louis Lemkow Zetterling diyar kir ku hewldanên aştiyê û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelekî girîng e û wiha berdewam kir:

"Piştî têkoşîna çekdarî ku zêdeyî çil salan, mirina û birîndarbûna bi hezaran kesî, pêvajoyeke bi vî rengî divê weke pêşketineke mezin bê dîtin. Ev yek bê guman di rêya çareseriyê de gava destpêkê û girîng e."

 

"Ocalan li Tirkiyê fîgurrekî gelekî girîng e"

 

Louis Lemkow Zetterlîng da zanîn ku nabe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vê pêvajoyê di nava şert û mercên girtîgehê de bimeşîne û wiha lê zêde kir:

"Ev yek binpêkirineke vekirî ya mafên mirovan e. Li gel vê yekê Ocalan li Tirkiyê fîgurekî gelekî girîng e, ji bo gelê Kurd jî semboleke aştiyê ye."

Zetterling işaret bi girîngiya biryarên Kongreya 12'emîn a PKK'ê kir û got:

"Ev biryar li gorî pêvajoya Abdullah Ocalan daye destpêkirine. Fesixkirina PKK'ê û bêçekbûn gaveke girîng e ku rewşa gelê Kurd xurt dike. Di heman demê de daxwaza wan a ji bo aştiyê û rêveçûna ji bo vê armancê bi şênberî radixe pêş çavan."

 

''Berdana Ocalan wê bibe gaveke gelek girîng"

 

Prof. Louis Lemkow wiha berdewamî da axaftina xwe:

"Ez dewleta Tirk rexne dikim ji ber ku li pêşberî gavên Tevgera Azadiyê ya Kurd gavên şênber neavêtiye, di mijara rola dewleta Tirk û cidiyeta wê de fikar hene.

Lê belê avabûna komîsyoneke li parlamenê, gava destpêkê ye. Berdana girtiyan, bi taybetî jî berdana Ocalan wê bibe gaveke girîng.

Prof. Louis Lemkow Zetterling axaftina xwe wiha bi dawî kir:

"Ragihandina rewşa gelê Kurd li qada navnetewî û hebûna hêzeke çavdêr a navneteweyî ji bo vê pêvajoyê girîng e. Piştgiriya navbeynarkiya navneteweyî, her wiha berdana girtiyên siyasî wê girîng be."

Prof. Louis Lemkow Zetterling akademîsyenekî li ser mijarên sosyolojiya hawirdorî pispor e.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye