Li Kobanê festîvala Ş. Bawer Agir dest pê kir

Li Kobanê 6’emîn Festîvala Çand, Huner û Werzîşê ya Şehîd Bawer Agir, bi vekirina Stadyuma Şehîd Bawer Agir dest pê kir. Festîval di bin dirûşmeya “Bi hêvî û baweriya şehîdan, aştî û civaka demokratîk, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bike” tê lidarxistin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Kobanê 6’emîn Festîvala Çand, Huner û Werzîşê ya Şehîd Bawer Agir ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Sûriyeyê ve tê lidarxistin, dest pê kir.

Festîval bi dirûşmeya “Bi hêvî û baweriya şehîdan, aştî û civaka demokratîk, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bike” li Stadyuma Şehîd Bawer Agir tê lidarxistin.

Bi sedan şêniyên kantona Firatê, nûnerên saziyên Rêveberiya Xwerser a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, partiyên siyasî, rêxistinên jinan, saziyên sivîl û gelek mêvan ji kantonên Reqa, Tebqa û Cizîrê beşdar bûn.

 

Festîval ji aliyê dayika şehîdan ve hate vekirin

 

Festîval ji aliyê dayika şehîdan ve hate vekirin. Piştre hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya kantona Firatê Avaşîn Misto axivî. 

Avaşîn Misto diyar kir ku ew festîvalê diyarî hemû cangoriyên azadiyê, gelên azadîxwaz û Rêber Apo dikin.

Li ser navê Tevgera Ciwanen Şoreşger a Sûriyeyê Harûn Apoyî axivî û destnîşan kir ku ew ê bi rihê ciwanan dagirkeriyê têk bibin û azadiyê bi ser bixin.

Dayika Şehîd Bawer Îslim Derwîş bixêrhatina hemû kesên amede kir û wiha got: "Hêvî dikim ku ji bo em karibin dijmin têk bibin, xwedî li keda Şehîd Bawer derkevin. "

 

‘Ev stadyum ji bo ciwanan semboleke bi nirx e’

 

Endezyarê Stadyuma Şehîd Bawer Agir Xelîl Ebdî jî destnîşan kir ku ew bi vê roja pîroz kêfxweş in û wiha got: "Em vê stadyumê diyarî hemû şehîdên azadiyê dikin û ev stadyum ji bo ciwanan û werzîşê semboleke bi nirx e."

Ji fermandarên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Sarya Efrîn hemû şehîdên azadiyê bi bîr anî û wiha got: “Di salvegera Şehîd Bewer de, di vekirina vê stadyumê de, em careke din sozên xwe nû dikin, em ê gelê xwe biparêzin û li hemberî dijmin têbikoşin.”

Piştî axaftinan komên hunerî yên pêkhateyên Kurd, Ereb, Ermen û Suryan govendên gelêrî pêşkêş kirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye