Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, ji bo şermezarkirina binpêkirinên komên li ser Tirkiyê ve ku Efrîn dagirkirine meşek li dar xist.
Di meşê de bi sedan koçberên Efrînê û şêniyên herdu taxan, nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl, meclis, komîn û Hêzên Ewlekariya Hundirîn beşdar bûn.
Di meşê de pankartên "Daxwaza me vegera ewle û rûmet li Efrînê û derxistina dagirkerî û komên wê", "Bimire îxanet" û "Berxwedan jiyan e" hatin bilindkirin.
Meş ji pêşiya hola 8'ê Adarê ya rojavayê taxa Şêxmeqsûd dest pê kir, li nav kolanên sereke yên taxê geriya û ber bi qada li nêzî Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo ya taxa Eşrefiyê ve bi rê ket.
Li wir meş veguherî mîtîngî, Hevserokê Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Nûrî Şêxo axivî û got divê alî pabendî peymana 10’ê Adarê îmze kirine, bin, li gorî civîn û nîqaşên bi bend û biryaran bi dawî bûne tev bigerin.
Şêxo bang li hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de li hember binpêkirinên li dijî xelkê Efrînê bi destê çeteyên dewleta Tirk a dagirker dibin, ji bêdengiya xwe derkeve.
Dûre endama Şaredariya Gel a Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Şehînaz Horo bang kir ku vegerek ewle û rûmet ji bo koçberên Efrînê misoger bikin, dagirkerî û tevahî komên wê ji herêmê derxin, divê mal û milkên welatiyan bêyî tu astengiyan li xwediyên wan werin vegerandin, girtiyên li gel dewleta Tirk
Rustem Elîko