Dayikên Şemiyê cara 1094'an kom bûn

Dayikên Şemiyê di hefteya 1094'emîn de li aqûbeta Yusuf Erîştî yê ku berî 35 salan di binçavan de hatibû windakirin, pirsîn. Xwişka Yusuf Erîştî bang li rayedaran kir ku cîhê kesên hatine windakirin eşkere bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Dayikên Şemiyê bi daxwaza "Winda werin dîtin, kujer bên darizandin" di hefteya 1094'emîn de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe ya heftane li dar xistin.

 

Dayikên Şemiyê, endam û rêveberên ÎHD'ê ya Stenbolê û gelek parêzvanên mafên mirovan tevlî çalakiyê bûn.

 

Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin.

 

Dayikên Şemiyê vê hefteyê li aqûbeta Yusuf Erîştî yê ku berî 35 salan di binçavan de hatibû windakirin pirsîn.

 

Metna daxuyaniyê "Mirova Şemiyê" Setenay Yarici xwend.

 

 

'Tu li vir bimrî agahiya ti kesî çênabe'

 

 

Setenay Yarici anî ziman ku di hefteya 1094'emîn de ew ji bo Yusuf Eriştî yê ku berî 35 salan hatibû binçavkirin, bi malbata Erîştî re li vir in û wiha axivî:

 

"Yusuf ji navçeya Reşadiye ya Tokatê bû. Di 14'ê Adara 1991'an de dema ku li gel hevalê xwe li Belgrakapiyê bû ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin û wî birin Şaxa Polîsan ya Gayrettepeyê.

 

Berpirsiyarên wê deme gotin 'Yusuf Erîştî nehatiye binçavkirin.'

 

Lê kesên ku di heman demê de hatibîn binçavkirin Yusuf Erîştî di binçavan de dîtibûn. Polîsan di binçavan de ji Yusuf re gotibûn 'me qeyda te nekiriye, li vir tu bimirî tu kes jî agahî nagire' ".

 

 

'Em ê doza wan hilgirin li ser xwe'

 

 

Setenay Yarici destnîşan kir ku Bekîr û Arîfe Erîştî bêyî ku aqûbeta kurê xwe hîn bibin jiyana xwe ji dest dan û wiha berdewam kir:

 

"Emê doza ku wan ji me re hiştiye hilgirin û aqûbeta Yusuf Erîştî bipirsin.

 

Bi ser winda kirina Yusuf Erîştî 35 sal derbas bû.

 

Em bang dikin ku 'Yusuf Erîştî li ku ye.'

 

Çend sal derbas bibe bila bibe em ê aqûbeta kesên winda bipirsin."

 

 

Xwişka Yusuf bang li Mehmet Agar kir

 

 

Piştî daxuyaniyê xwişka Yusuf Erîştî Sevîm Erîştî bang li rayedaran kir û wiha axivî:

 

"Li ser windabûna wî re 35 sal derbas bû. Ez bang li Mehmet Agar dikim.

 

Tu dîzanî çi bi serê wan hatiye, ne tenê Yusuf bi hezaran kes hene.

 

Dayik û bavê min dixwestin tenê cîhê kurê xwe bizanibin. Bi hesreta kurê xwe koça dawî kirin.

 

Dayika min her tim digot min zarokên xwe bi nanê hişk mezin kirin.

 

Ew zarokê ku dayika min bi şertên dijwar de mezin kir, bi destên tarî hate windakirin."

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye