Malpera Kolbar Newsê derbarê girtina welatiyên Kurd li rojhilatê Kurdistanê de agahî weşandin.
Di raporê de hat diyarkirin ku 6 welatiyên Kurd -Manî Abdîzade, Abdullah Nebîzade, Yûsif Kîlonk-zade, Alan Hekmatî Rad, Mamend Xodadadî û Kamîran Resûlnejad - di nava hefteyekê de li bajarên cuda li Îranê hatine girtin.
Hat ragihandin ku ev kes bê ferman hatine girtin û rastî êşkenceyê hatine.
Ji destpêka şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê ve, dewleta Îranê kampanyaya xwe ya girtin, binçavkirin û bidarvekirina girtiyan zêde kiriye.
Heta niha zêdeyî 30 girtiyên siyasî û xwepêşander hatine bidarvekirin û zêdeyî 4,000 welatî jî hatine girtin.