5 basên girêdayî QSD’ê ji bo anîna dîlgirtiyan berî dan Meylebiyê û ew ber bi Hesekê ve anîn.
Dîlgirtî di saet 05:30 de gihaştin Çerxerêya Sebaxê ya bajarê Hesekê.
Dîlgirtiyên QSD’ê yên ku hatine berdan, bazin diyarî hevalên xwe kirin.
Her wiha beriya berdan dîlgirtiyan, Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) a parêzgeha Hesekê diyar kir ku ev kom ne ya dawî ye û hewldanên wan wê dewam bike, heta ku ev dosya were girtin.