Parêzgarê Bender Lengeyê Fûad Murad Zade ragihand ku di êrîşa dawî ya balafirên şer ên Amerîkayê de ya li ser keştiyên barhilgir û masîgiriyê yên Îranî, li nêzîkî bendera Xesebê ya Omanê, şeş kes winda bûne.
Murad Zade der barê êrîşa ku wî got roja pêncşemê 7ê gulanê pêk hatiye de, wiha berdewam kir:
"Di vê bûyerê de, 6 keştiyên niştecihên Bender Muelim, ku beşek ji navçeya navendî ya Bender Lengeyê ye, hatin armancgirtin, ku bi tevahî 20 kes di nav de bûn."
Trump: Eger peyman neyê îmzekirin, em ê vegerin projeya "Azadî Plus"
Serokê Amerîkayê Donald Trump ji rojnamevanan re li ser texmînkirina îmzekirina peymanekê bi dewleta Îranê re wiha got:
"Eger her tişt neyê îmzekirin û dawîkirin, em ê rêyek cuda bigirin.
Ger tiştek çênebe, dibe ku em vegerin projeya Azadiya Tengava Hurmizê.
Lê ew ê Azadî Plus be, Azadî plus û tiştên din"
Trump berê ragihandibû ku wî qebûl kiriye ku "Projeya Azadiyê" li ser daxwaza Pakistan û hin welatên din ji bo demeke kurt rawestîne.
Her wiha wî dest nîşan kir ku "pêşketineke mezin" ber bi gihîştina rêkeftineke tam û dawî ya bi nûnerên Tehranê re heye.
CNN: Mucteba Xamineyî ji ber şewatên di laşê wî de, niha di bin dermankirinê de ye
CNN'ê ragihand ku Mucteba Xamineyî ji ber şewatên giran ên li aliyekî laşê wî, ku bandor li ser rû, dest, laşê jorîn û lingê wî kirine, niha di cihekî taybet û veşartî de tê dermankirin.
Li gorî rapora CNN'ê, Mucteba Xamineyî ti cîhazên elektronîkî bikar nayne, û tenê bi awayekî şexsî an jî bi rêya posteyan ( kargo ) ve bi mirovan re têkiliyan dike.
Li gorî van çavkaniyan, her çend Mucteba Xamineyî dibe ku di sazkirina stratejiya şer de rolek wî hebe jî.
Lê ji ber nebûna wî, berpirsên payebilind ên Supaya Pasdarên Îranê karûbarên rojane bi Mihemed Baqer Qalîbaf re dimeşînin, û ti nîşaneyek tune ku Mucteba ti fermanan dide.
Berpirsekî Îranî: Mucteba Xamineyî ji çok, pişt û pişta guhê xwe birîndar bûye
Li aliyekî din, berpirsê serdanên nivîsgeha Elî Xamineyî Muzahir Huseyînî, di civîneke şevê ya hikûmetê de got ku, Mucteba Xamineyî di dema bombebarana mala rêberê kuştî yê dewleta Îranê Elî Xamineyî de, ji çok, pişt û pişt guhê xwe birîndar bûye.
Huseynî wiha domand:
"Dema ku ez di nivîsgehê de bûm, bombeyek 30 metreyan dûrî me ket.
Serokê nivîsgeha leşkerî ya Elî Xameneyî, Şîrazî û hevalên wî bi kelecanî direviyan.
Piştre, wan li cihê karê Elî Xameneyî yê ku 70 - 80 metreyan dûrî me bû, xist.
Wan ew cih bi erdê re kirin yek.
Dema ku Mucteba Xamineyî di rê de bû ku hilkişe ser derenceyan, mûşekek li mala wî ket û hevjina wî Hedad hat kuştin.
Birêz Misbah, zavayê Elî Xamineyî hat kuştin.
Mucteba Xamineyî ji aliyê pêla teqînê ve hat lêdan, û di rê de ket erdê."