Wezîrê Karên Derve yê Amerîkî Marco Rubio ragihand ku duh hemû alî li ser dawîanîna pevçûnan li Sûriyeyê li hev kirine.
Rubio da zanîn ku ew bi Sûriye û Îranê re di nava têkiliyan de ne û wiha axivî: "Em hêvî dikin ku pêş de pêşketineke rastîn bibînin."
Her wiha Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Bekayî êrîşa Îsraîlê ya li ser Sûriyeyê wekî ‘gefeke mezin ya li ser aştiya navneteweyî’ bi nav kir.
Îranê bang li Rêxistina Hevkariya Îslamî (OIC) û Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku li dijî vê gefê tedbîran bigirin.
Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê jî di daxuyaniyê de diyar kir ku êrîşên Îsraîlê yên li ser parêzgeha Şamê, ji bo têkbirina aramiya li Sûryeyê ye.