Axios: Gihîştina rêkeftinekê bi Îranê re ne pêkan xuya dike

Axiosê belav kir ku rêkeftina Amerîka bi Îranê re heta dawiya dema diyarkîrî, ne muhtemel e.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî raporeke Axiosê, 4 çavkaniyên agahdar eşkere kirin ku di danûstandinên navbera Îran û Amerîkayê de, di 24 saetên borî de pêşveçûnek çêbûye.

Heman çavkaniyan da zanîn ku derfeta ku berî saet 8'ê êvarê bi dema Rojhilat (01:00 GMT) peymanek çêbibe lewaz e.

Di heman demê de, Karbidestekî Amerîkî ji Axiosê re got ku cewherê nîqaşê di nav Qesra Spî de guherîneke girîng derbas kiriye.

Her wiha hin agahî jî hatine belavkirin ku gotûbêjên li ser hevdîtineke rasterast a muhtemel a di navbera şandeyeke Amerîkî bi serokatiya Cîgirê Serokê Amerîkayê J.D Vance û şandeyeke Îranî de, ji nû ve dest pê kirine.

Îro Serokê Amarîkayê Donald Turmp hişyarî dabû Îranê û destnîşan kiribû ku eger heya dawiya roja sêşemê rêkeftinek pêk neyê, wê şarestaniyek bi tevahî were hilweşandin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye