Şerê Îsraîl û Îranê di roja 11’emîn de berdewam dike. Artêşa Îsraîlê serê sibehê ragihand ku ew êrîşî cihên leşkerî yên li bajarê Kirmanşahê li rojavayê Îranê kirin.
Her wiha artêşa Îsraîlê diyar kir ku Îranê jî vê sibehê êrîşî gelek bajarên wan kiriye. Artêşa Îsraîlê got ku wan pêşî li gelek mûşekên Îranê girtine.
Li gorî berpirsên Amerîkî jî, Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser malpera Eksiyos dest nîşan kir ku ew naxwaze êrîşên xwe li ser Îranê berdewam bike û got ku ger Îran li baregehên wan bide, ew ê bersivên giran bidin.
Encamên Civîna Netewên Yekbûyî
Nûnera Amerîkayê ya Netewên Yekbûyî Dorothy Shea duh, di civîna Netewên Yekbûyî de tekez kir ku êrîşa DYA ya li ser cihên Nukleerî yên li Îranê, ji bo alîkarî û parastina Îsraîlê ye.
Dorothy Shea lê zêde kir ku Îranê demeke dirêj projeya xwe ya pêşxistina çekên Nukleerî veşart û divê Netewên Yekbûyî bang li Îranê bike ku dev ji projeya xwe berde.
Her wiha Sekreterê Giştî ya Netewên Yekbûyî Antonio Gutteres, di civînê de got: “Divê bi awayekî lezgîn em vî şerî rawestînin û vegerin danûstandinên ku demeke dirêje ji bo projeya Nukleerî ya Îranê berdewam dikir.”
Ceylan Hesen