Cîgire waliyê Heleb duh ragihand ku hikumeta demkî ya Sûriyeyê bi fermî dest bi kontrola rêveberiya herêmên bakurê parêzgeha Helebê kir.
Cîgirê parêzgeha Helebê Ehmed Yasîn ragihand ku hikumeta demkî ya Sûriyeyê di encama lihevkirineke dualî ya di navbera Şam û Enqereyê de, bi awayekî fermî herêmên Îdarî yên parêzgeha Helebê dewr girtiye. Li gorî nûçeyên ku di çapemeniya Şamê de tên belavkirin, wan li ser rawestandina rola şêwirmendî ya rayedarên Tirk ên li van herêman li hev kirine.
Ehmed Yasîn piştrast kir ku karmendên berê di bin çavdêriya Tirkiyê de kar dikirin piştî nirxandina wan ji aliyê komîteyên pispor ve bên kirin, dê cihên xwe di nava saziyên Sûriyeyê de bigirin.
‘Rêveberiya dualî zehmetiyan çêdike’
Yasîn diyar kir ku wezareta hundirîn a Sûriyê bi 11 hezar endamên polîsan re hevpeyvîn kiriye. Di heman demê de wezareta perwedeyê bi fermî 16 hezar û 476 endamên perwerdeyê li herêmê qebûl kiriye.
Berpirsekî parêzgeha Helebê ji kanala El Cezîre Net re destnîşan kir ku rêveberiya dualî ya berê zehmetiyên mezin ji şêniyan re çêkirine, bi taybet di wergirtina belgeyên fermî de û wiha got: “Yekkirina heyî bi armanca standarkirina belgeyan, tevî belgeyên zayîn û zewacê û meteryala dibistanan.”
Rayedar destnîşan dikin ku lihevkirina hatiye kirin, destwerdana Tirkiyeyê di beşên jiyanî yên wekî perwerde, tendirustî û ewlehiya hundirîn de bi dawî dike. Ji xwe beriya niha bi demekê rêveberiya parêzgeha Helebê bi awayekî fermî rêveberîya yekîneyên îdarî yên li Ezazê wergirtibû û ev jî bi armanca yekkirina pêkhateya rêveberî û xurtkirina saziyên xizmetguzariyê bû.
Rustem Elîko