Cîgirê Serokê Îstîxbarata Deryayî ya Supayê Pasdaran hat kuştin

Artêşa Îsraîlê kuştina Cîgirê Serokê Îstîxbarata Deryayî ya Supayê Pasdaran Behnam Rizayî ragihand.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Artêşa Îsraîlê dema ku kuştina Fermandarê Hêzên Deryayî yên Supayê Pasdaran ên Îranê Elî Riza Tengesîrî piştrast kir.

 

Ragihand ku Cîgirê Serokê Îstîxbarata Deryayî ya Supayê Pasdaran Behnam Rizayî jî li gel wî hat kuştin.

 

Artêşa Îsraîlê tekez kir ku Elî Riza Tengesîrî çalakiyên rejîmê dişopand û di navbera hêzên leşkerî yên Îranê de li herêma Kendava Farsê hevrêzî dikir.

 

Li gorî agahiyan, Behnam Rizayî di çarçoveya berpirsiyariyên xwe de di berhevkirina agahdariyan de li ser welatên herêmê çalak bû.

 

Her wiha Rizayî hevkariya bi ajansên îstîxbaratê yên cûrbecûr re bi rê ve dibir.

 

Têkildarî agahiya kuştina Elî Riza Tengesîrî û Behnam Rizayî, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu vîdyoyek li ser kuştina Tengesîrî belav kir û wiha got:

 

"Destên vî zilamî bi xwînê hatibûn qirêjkirin û serkêşiya girtina Tengava Hurmizê dikir."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye