Leyla Zana: Şehîdketina Pêşmergeyan ji bo gelê me xemeke mezin e

Siyasetmedara Kurd Leyla Zana ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re sersaxî xwest. Leyla Zana diyar kir ku kuştina Pêşmergeyan ji bo hemû gelê Kurd xemeke mezin e.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Siyasetmedara Kurd Leyla Zana ji ber kuştina 6 Pêşmergeyan û birîndarbûna 30 Pêşmergeyên din di êrîşên mûşekî yên Îranê de, sersaxî da Mesrûr Barzanî.

 

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Başûrê Kurdistanê, Leyla Zana di der barê mijarê de ev peyam da:

 

"Me bi xembariyeke mezin xebera şehîdketina 6 Pêşmergeyên qehreman û birîndarbûna 30 Pêşmergeyên din bihîst.

 

Ev xemeke mezin e, ne tenê ji bo malbatên wan, di heman demê de ji bo hemû gelê me ye."

 

Her wiha Leyla Zana sersaxî û hevsoziya xwe ya ji bo malbatên Pêşmergeyan, Mesrûr Barzanî û hemû Pêşmergeyan anî zimên.

 

Siyasetmedara Kurd ji bo birîndaran daxwaza şîfaya bilez kir û destnîşan kir ku bîranîna Pêşmergeyên ku hatine kuştin wê di dilê gel de her tim bijî û rêya wan dê bidome.

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo vê hevsoziyê spasiya Leyla Zana kir.

 

Mesrûr Barzanî di dawiyê de wiha got:

 

"Şehîd her tim di dilê gelê Kurdistanê de zindî ne.

 

Rêya wan didome û serkeftin wê her tim a gelê Kurdistanê be."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye