Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Enqereyê li resturanteke navçeya Çankaya ya Enqereyê ji bo piştgiriyê xwarin da.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, parlamenterên DEM Partî, endam û nûnerên saziyên demokratîk û gelek kes tevlî bûn.
Bername bi guhdarkirina stranan dest pê kir. Piştre jî hevserokên DEM Partî yên Enqereyê axivîn û xêrhatina gel kirin.
Piştî axaftinan Tuncer Bakirhan li ser bîranîna kesên ku di têkoşîna azadî, aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane axivî.
Bakirhan destnîşan kir ku xebatkarê Rojnameya Ozgur, rojnamevan û nivîskar Hüseyin Aykol mehek e ji ber xwînrijandina mejî li beşa lênêrîna lezgîn a nexweşxaneyê tê dermankirin û jê re şifaya bilez xwest.
"Ger demokrasî bibe wê aşitî pêk were"
Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan , bal kişand ser banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tekez kir ku bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re deriyek nû vebûye û got:
"Ger demokrasî hebe, aştî dê were vî welatî. Ez bang li hikûmetê dikim gorên Seyit Rıza, Şêx Seîd û hemû windahiyên me rave bikin.
Ev gav di vê pêvajoyê de pir girîng e. Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan a 27ê Sibatê dîrokî ye.
"Komîsyon pêwîste biçe girava Îmraliyê"
Bakirhan diyar kir ku divê Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê biçe Girava Îmraliyê û wiha domand:
"Dewlet bi Birêz Ocalan re hevdîtinê dike. Ji ber vê yekê, çima komîsyon naçe Girava Îmraliyê? Divê komîsyon tavilê biryarek bide û biçe Girava Îmraliyê.
Divê komîsyon bi lez tevbigere. Em hêvî dikin ku ev gav werin avêtin. Em ê piştgirî û rêxistina xwe di her warî de xurt bikin.
Piştî axaftinan xwarin hat xwarin û bername bi stran re bi dawî bû.